Xelatên "Festîvala Fîlman a Bogaziçiyê ya 9emîn" diyar bûn

Xelatên "Festîvala Fîlman a Bogaziçiyê ya 9emîn" diyar bûn

Di "Festîvala Fîlman a Bogaziçiyê ya 9emîn" da ya ku Ajansa Anadoluyê (AA) Hevbeşê Ragihandina Global e, fîlma Semîh Kaplanoglu "Baglilik Hasan" di Pêşbirka Fîlman a Metrajdirêj a Neteweyî da xelatên "Fîlma Herî Baş", "Senaryoya Herî Baş" û "Derhênerê Dîtbarî yê Herî Baş" wergirtin.

Festîvala ku ji hêla Weqfa Çand û Hunerê ya Bogaziçiyê va û her wiha bi piştgiriya Midûriyeta Giştî ya Sînemayê ya WezaretaÇand û Tûrîzmê, Hevkariya Şixul a Saziyî ya TRTyê û mazûvaniya Şaredariya Beyogluyê va li Sînemaya Atlasê hat lidarxistin, bi merasima xelatê va kuta bû.

- "Baglilik Hasan" wekî fîlma herî baş a salê hat hilbijartin

Fîlma derhêner Semîh Kaplanoglu "Baglilik Hasan" di Pêşbirka Fîlman a Metrajdirêj a Neteweyî da xelata "Fîlma Herî Baş" wergirt.

Di Pêşbirka Fîlman a Metrajdirêj a Neteweyî da fîlma "Baglilik Hasan" her wiha xelatên Senaryoya Herî Baş" û "Derhênerê Dîtbarî yê Herî Baş" jî wergirtin. Dîsa bi rola xwe ya di fîlma "Korîdorê" da Emel Goksuyê xelata "Lîstikvana Herî Baş" wergirt, bi rola xwe ya di fîlma "Di Navbera Du Şefeqan Da" da jî Mucahît Koçak xelata "Lîstikvanê Herî Baş" wergirt.

Xelata "Sêwirîna Herî Baş" jî bi fîlma "Traşê Dibistanê" va Sercan Sezgin, Ferit Karahan û Hayedeh Safiyarî wergirt.

Her wisa Kordînatorê Birêvabirina Projeyê ya Ajansa Anadoluyê Oguz Karakaş, Edîtorê Nûçeyên Çand û Hunerê yê AAyê Bunyamin Yilmaz, gelek kesên naskirî yên ji derdora çand, huner û sînemayê jî beşdarî merasima xelatkirinê bûn.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE