Xeyala zarokan bi cih anîn

Li gundekî Cizreyê bi piştgiriya xêrxwazan pirtûkxane hat avakirin.

Xeyala zarokan bi cih anîn

Xeyala zarokên gundê Mehmidiya Cizreyê ya herî mezin ew bû ku li dibistana wan pirtûkxaneyek were çêkirin . Xêrxwazên li İstanbulê bêdeng neman û li dibistana wan pirtûkxaneyek ava kirin. Bi saya pirtûkxaneyê him xeyalên zarokan pêk hatin him jî wê di vê pandemiyê de li gundê xwe pirtûkan bixwînin...

Xeyala zarokê gundê Mehmidiya Cizreyê ya herî mezin ew bû ku li dibistana wan pirtûkxaneyek were çêkirin..

Xêrxwazên li İstanbulê bêdeng neman û li dibistana wan pirtûkxanek ava kirin..

Xêrxwaz Nuray Yılmaz, ‘’Me li vir pirtûkxaneyek ava kir. Li ser medyaya civakî jî alîkariya pirtûkan dan me. Gelek kesan alîkarî kir. Me ji xwendekarên xwe re pirtûk anîn vê pirtûkxaneyê û me bi wan re jî pirtûk xwend.’’

Li pirtûkxanyê ji roman, çîrok û pirtûkên helbestan bigrin heta pirtûkên ezmûnan wê her cure pirtûk hebin.

Bi saya pirtûkxaneyê him xeyala zarokan pêk hat him jî wê di vê pandemiyê de li gundê xwe pirtûkan bixwînin.

Xêrxwazan her wiha gelek pirtûkên nû jî diyariyî xwendekarên biçûk kirin.

Bi vê xizmetê herî zêde jî zarok û malbatên wan kêfxweş bûn.

Xêrxwazan nêzîkî 2 hezar û 500 pirtûk anîn û bi vî awayî rêfên pirtûkxaneyê tijî pirtûk kirin.

Bi taybetî jî xwendekarên ku li gund dimînin, ji bo fedekariya wan spasî xêrxwazan dikin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE