Şaredariya erûhê, ji zarokên navçeyê komeke hûnerê ava kir. Di komê de 20 xwendekar hene. Xwendekaran piştî dersa 2 hefteyan, li salona perwerdeya gel konser da…
Li Diha Sêrtê, xizmetên şaredariyê yên di warê çand û hûnerê de dewam dikin.
Şaredariyê ji xwendekarên navçeyê komeke mûzîkê ava kir. Di komê de 20 xwendekar hene û salên wan jî di navbera 8 û 18an de ne.
Komê li Salona Konferansê ya Perwerdeya Gel konser da. Cîgirserokê Şaredariyê Murtaza Dayanç û rayedarên bajêr li konserê temaşe kir.
Cîgirserokê Şaredariya Erûhê Murtaza Dayanç: ” Li Erûhê çalakiyên çand û hunerê gelekî zêde bûn. Beriya vê Erûh bi terorê dihat nasîn. Niha li navçeyê konser tên çêkirin. Em ê ji bo welatiyan şano û sînemayên bêpere jî çêkin.”
Xizmetên şaredariyê yên bi vî rengî wê dewam bikin.