Xwarinên nav û deng ên Diyarbekirê dê bi "Navenda Gastro Înovasyonê" bên nasandin

Li bajêr li navenda ku dê li avahiyeke dîrokî bê avakirin dê çêkirina xwarinên wekî dolmeyên paresûyan, kebab û dolmeya cîgerê, meftûne, kifteyên navtijî, qedeyîfa badayî, mumbar, kerengê hînê cîwanan bikin

Xwarinên nav û deng ên Diyarbekirê dê bi "Navenda Gastro Înovasyonê" bên nasandin

Bi projeya ji bo ku çanda dewlemend a xwarinê ya Diyarbekirê li Tirkiye û dinyayê bê nasandin hat amadekirin û 4,6 milyon lire maliyeta wê heye dê avahiyeke dîrokî ya li navçeya Sûrê biguherînin "Navenda Gastro Înovasyonê."

Diyarbekira ku lê gelek cureyên xwarinan heye bi mekanên ku li bajêr li pey hev tên vekirin va xwarinên herêmî pêşkêşî mêvanên xwe dike.

Projeya ji bo ku xwarinên herêmî li Tirkiye û dinyayê bên nasandin ji hêla Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê (TSO) va hat amadekirin bi piştgiriya Ajansa Pêşketinê ya Qerecedaxê ya ku bi kordînasyona Midûriya Giştî ya Ajansên Pêşketinê ya Wezareta Pîşesazî û Teknolojiyê fealiyet dike tê tetbîqkirin.

Di çarçoveya projeyê da avahiya xizmetê ya TSOyê ya li Sûra navçeya navend dê wekî "Navenda Gastro Înovasyonê" xizmet bide.

Li navendê dê xwarinên wekî dolmeyên paresûyan, kebab û dolmeya cîgerê, meftûne, kifteyên navtijî, dolmeyên hişk ên bigoşt û sûmak, qedeyîfa badayî ya hatiye tescîlkirin û penêrê badayî, saç tewe, şêraniya sutlu Nuriyeyê, çorek, ava sûsê, hûr û rovî, kereng, hilorik, mehîr, birincê bibehîv, babaqenûç û sikmayên tirş bên nasandin.

Li navendê dê li atolyeyên tehmê xwarinan ji bo turîstên herêmî û biyanî bidin nasandin û der barê çêkirina xwarinan da jî perwerdeyê bidin ciwanan.

- "Ziyaretvan dê çanda xwarinê ya Diyarbekirê bibînin"

Sekreterê Giştî yê Ajansa Pêşketinê ya Qerecdaxê Hasan Maral daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku bi kordînasyona Midûriya Giştî ya Ajansên Pêşketinê yên Wezareta Pîşesazî û Teknolojiyê va ji 2009an vir va ji bo pêşketina aborî û civakî ya Diyarbekir û Rihayê xebatên girîng kirin û li herdu bajêran piştgirî dan gelek projeyan.

Maral behs kir ku yek ji van projeyan "Navenda Gastro Înovasyonê" ye ku budçeya wê 4,6 milyon lire ye û da zanîn ku ajans dê 3,3 milyon lire hîbeyê bide projeyê.

Maral qal kir ku potansiyela turîzmê ya Diyarbekirê girîng e û Walî Munîr Karaoglu dema dest bi peywirê kir demildest ji bo k bajêr di warê turîzmê da bibe navenda cazîbeyê pêngavên lezgîn avêtin û diyar kir ku encamên vê yekê distînin.

Maral daxuyand ku divê turîzm piralî bê fikirîn û da zanîn ku divê bajêr ne tenê ji hêla dewlemendiyên tebiî va bê nasandin di heman demê da divê çanda xwarin û vexwarinê ya ku gelekî dewlemend e jî ji bo mêvanên tên bajêr bi awayekî baş bê qisekirin.

Maral ragihand ku Navenda Gastro Înovasyonê ya ku dê bê vekirin di vî warî da dê bibe xwedî roleke girîng û wiha axivî:

"Çanda xwarina me herçiqas dewlemend be jî me nedikariya vê bazar bikin û di qada neteweyî û navneteweyî da bidin nasandin. Em ê biha bi vê navendê ciwanan di vî warî da perwerde bikin. Ziyaretvanên ji dervayî bajêr tên dê li vir xwarinan yek bi yek bikarin bixwin û bikarin çanda xwarinê ya Diyarbekirê bibînin. Em ê serkêşî bikin ku xwarinên li vir tên çêkirin bên nasandin. Avahiya xizmetê ya TSOyê dê demek kurt da derbasî avahiya xizmetê ya nû bibe. Li avahiya tescîlkirî dê xebatên restorasyon û başkirinê bên kirin û xizmet bê vekirin. Me bi lezgînî peyman îmze kirin. Di rojên pêş me da dê îlanên îhaleyê bên dayîn. Em pêş dibînin ku berî ku sal biqede ev der bikeve fealiyetê.

Maral got "Navend dê aliyên çanda xwarin û vexwarinê ya bajêr ên ku nayên zanîn derxîne holê" û diyar kir ku ji bo ku ev dewlemendiya bajêr winda nebe dê pêşî lê bigirin.

- Dê di qada gastronomiyê da serî li Tora Bajarên Afîrîner a UNESCOyê bidin

Maral da zanîn ku li Diyarbekirê îsal ji bo ku di warê gastronomiyê da serî li Tora Bajarên Afîrîner a UNESCOyê bidin xebat dan destpêkirin û di çarçoveya ku Walî Karaoglu dişopîne da bi kordînasyona Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê, Zanîngeha Dîcleyê, saziyên civakî yên sivîl û ajansê va komîsyonek ava kirin.

Maral diyar kir ku ji bo vê yekê bi UNESCOyê ra dest bi hevdîtinan kirin û got ku "Armanca me ew e ku em îsal Diyarbekirê tevî vê torê bikin. Dema em vê bikin dê bajarê me bi çanda xwarin û vexwarinê va derkeve pêş."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE