Xwendekar berhemên dîrokî restore dikin

Bi xebata wan bi sedan berhemên dîrokî li muzeyan tên pêşkêşkirin...

Xwendekar berhemên dîrokî restore dikin

Berhemên dîrokî yên ku hatine dîtin wekî eslê wan restore dikin û didin muzeyan. Bi saya xwendekarên beşa Parastin û Temîrê ya Batmanê, gelek berhemên dîrokî ji nû ve hatin restorekirin.

Ev hemû berhem di lêkolînên arkeolojîk de hatin dîtin.

Hin ji wan şikestî ne, hinekên wan jî motîfên wan jê çûne. Lê ev hemû berhem, bi destê xwendekarên Zanîngeha Batmanê ji nû ve tên restorekirin.

Xwendekar bi rojan li ser van berheman dixebitin; yên şikestî bi hev ve dikin yên ku motîfên wan li ser nemane jî ji nû ve çêdikin.

Bi saya vê beşê, bi sedan berhemên dîrokî bi destê xwendekaran hatin restorekirin û ew niha li muzeyan tên pêşkêşkirin.

Dîroka nûkirinê: 20 Kanûn 2019, 17:53
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE