Li Tirkiyê dibistan ketin betlaneya somestirê ya 15 rojan. Li Midyada Mêrdînê xwendekarên lîseyê di betlaneyê de diçin cihên dîrokî û çandî. Xwendekar bi vî awayî him berhemên dîrokî nas dikin, him jî betlaneya xwe xweş derbas dikin.
Xwendekaran qerneyên xwe standin û betlaneya 15 rojan dest pê kir.
Hin xwendekar di betlaneyê de ji xwe re têr istrehetê dikin.Lê hin xwendekar ji xwe re digerin.
Li Midyada Mêrdînê xwendekarên lîseyê betlaneya xwe bi gerên li cihên dîrokî û çandî derbas dikin.
Hin xwendekar çûn Muzeya Parastina Berhemên Çandî.
Di muzeyê de bi sedan berhemên çandî û dîrokî hene.
Xwendekar bi vî awayî him berhemên dîrokî û çandî nas dikin, him jî betlaneya xwe xweş derbas dikin.