Li Tetwana Bilîsê dibistana perwerdeya taybet zarokên taybet hînî çêkirina berhemên destkariyê dike. Berhemên ku ji bermayiyan tên çêkirin wê serê salê di pêşangehan de bên nîşandin.
Kulîlk, guldank, çarçove, vazo û gelek berhemên ji hev delaltir…Hemû ji aliyê xwendekarên taybet tên çêkirin.
Li Tetwana Bilisê ji bo xwendekarên taybet kursa destkariyê hat destpêkirin.
Zarokên taybet li dibistana perwerdeya taybet hînî çêkirina berhemên destkariyê dibin.
Zarokên otîzm û sendroma downê, bi saya vê kursê him tevlî civatê dibin him jî hînî çalakiyeke nû dibin.
Berhemên ku li vê derê tên çêkirin wê serê salê di pêşangehan de werin nîşandin.