Girên Keskesorê yên li herî rojhilatê Tirkiyeyê, bi erdê xwe yê xwezayî û dîmenê xwe ya rengbireng va bala ziyaretvanên xwemalî û biyanî dikişîne.
Girên ku dikeve rojavayê navçeya Tuzlucayê ya Îdirê û ji ciyekî berfireh pêk tên, bi axa xwe ya rengîn a ji rengê sor, qehweyî, boz û zer va dîmenên nedîtî derdixin holê ku hêjayî dîtinê ne.
Piştî ku van dawiyan li ser medyaya civakî betir navê wê belav bû û navdar bû, gir ji hêla werzişvanên çiya û wênegirên xwezayê va tên ziyaretkirin.
130 xwendekarên qîzîn yên ku li Zanîngeha Îdirê dixwînin û di wargehên KYKyê da dimînin di çarçoveya projeya "Werin Em Hev Nas Bikin" ya Wezareta Ciwanî û Werzişê da li Girên Keskesorê geriyan.
Xwendekarên ku cara ewil hatin dîtina giran, wêne kişandin û li ser hesabên xwe yên medyaya civakî parve kirin.
"Min ev qas texmîn nekiribû"
Xwendekara pola duyem a beşa rêveberiya tenduristiyê Minenur Zehra Yildizê ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir, ew di çarçoveya projeyê da hatin dîtina giran û pir kêfa wan jê ra hat.
Yildizê bangî herkesî kir ku bên dîtina deverê û wiha dewam kir, "Gava em ewil hatin vir, me got qey em ê çolistaneke xalî bibînin. Lêbelê paşê min manzara dît û min ev qas texmîn nekiribû. Ez pêşniyazî herkesî dikim ku bên dîtina vir."
AA