Li Midyadê di çarçoveya projeyêkê de, hezar û 200 xwendekar di şanoya Hecîvat û Karagozê de li hev civiyan. Mamoste dixwazin bi çalakiyên bi vî rengî kêfa zarokan bînin.
Bi pevçûnên Karagoz û Hecîvat keniyan, têra dilê xwe kêf kirin…
Di çarçoveya projeya Yekîtiya Ewropayê de, li Midyadê lîstika şanoyê hat lidarxistin.
Ji dibistanên gund û navçeyê hezar û 200 xwendekar li şanoyê temaşe kirin.
Zarokên Midyadî dixwazin çalakiyên bi vî rengî her tim bên kirin.
Armanca projeyê ew e ku zarok tevli çalakiyan bibin, bi hemsalên xwe re têkiliyan deynin û tevli civakê bibin.