Zarokên bêasteng hînî huneran dibin

Li Navenda Jiyana Bêasteng a li Wanê perwerdeya 10 hunerên cuda tê dayîn.

Zarokên bêasteng hînî huneran dibin

Li Wanê ji bo zarokên astengdar “Navenda Jiyana Bêasteng” hatiye vekirin. Zarokên astengdar, bi saya navendê him li wir wextê xwe derbas dikin him jî hînî hunerên cuda dibin. Li navendê niha 100 xwendekarên astengdar hene.

Şaredariya Artêmetê ya Wanê ji bo zarokên astengdar navendeke nû vekir.

Armanca navendê pêşxistina zarokên astengdaran e.

Li navendê bi qasî 100 zarokî hene.Hinek ji wan otîstîk, hinek jî xwediyê astengiyên cuda ne. Lê ji bo wan astengî nîne.

Navenda Jiyana Bêasteng hunerên cuda hînî zarokan dike.

Hinek resman xêz dikin, hinek jî stranan dibêjin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE