Zarokên Diyarbekirî şexsiyetên li dinyayê navdar bûne dinasin

Li Diyarbekirê 70 hezar pirtûkên behsa jiyana Mustafa Kemal Ataturk, Selahaddîn Eyyubî, El Cizîrî, Prof. Dr. Gazî Yaşargîl, Ahmed Arîf, Cahît Sitki Taranci û Sezaî Karakoçê ku li Tirkiye û dinyayê nav dane dike bi diyarî dide xwendekarên dibistanê

Zarokên Diyarbekirî şexsiyetên li dinyayê navdar bûne dinasin

Şaredariya Kayapinarê ya nevand a Diyarbekirê ji bo ku 7 şexsiyetên girîng ên ku li Tirkiye û dinyanavdar in bi zarokan bide nasandin 70 hezar pirtûk li xwendekarên dibistana seretayî belav kir.

Şaredariya Kayapinarê 7 pirtûkên ku li ser jiyana Mustafa Kemal Ataturk, Selahaddîn Eyyubiyê ku bi têkoşîna xwe ya mezin ya dijî Xaçparêzan û fethe Qudsê tê nasîn, alimê îslamê yê navdar Ebul Îz Îsmaîl Îbnî Rezzaz El Cizîriyê tê qebûlkirin ku pêngavên ewil ên sîbernetîkê avêtiye û robota ewil çêkiriye, Prof. Dr. Gazî Yaşargîlê ku bi xebatên xwe yên di cerahiya mêjî da li dinyayê tê nasîn, Ahmed Arîfê ku di helbesta Tirkî da xwedî cihekî girîng e, helbestvan û nivîskar Cahît Sitki Taranciyê ku bi berhemên xwe yên "Emir Sî û Pênc-Yaş Otuz Beş" û "Ez Welatî Dixwazim-Memleket Îsterîm" va di nav kesên nayên jibîrkirin ên helbesta Tirkî da cî girtiye û Sezaî Karakoçê ku yek ji nivîskarên herî girîng ên wêjeya Tirkî ye amade kir.

Bi saya pirtûkan li Diyarbekira ku lê çendî şaristanî hatine avakirin, bi dîroka xwe ya dewlemend va derdikeve pêş, helbestvan û nivîskarên mohra xwe li wêjeya Tirkî dane jê derketiye zarokan firsend dît ku dîroka xwe û şexsiyetên girîng nas bikin.

Şaredariyê ji pirtûkan 70 hezar heb çap kirin û gihandin xwendekarên pêşdibistanê.

Şaredariyê ji bo xwendekarên li çolwarê perwerde dibînin jî lîstika Hecîvat û Karagoz ku şexsiyetên lîstika siyê ya kevneşop e pêşkêş dike û bi vî awayî pêk tîne ku zarok hem kêfxweş bibin hem jî karakterên ku di dîroka çanda neteweyî da xwedî cihekî girîng in nas bikin.

- "Me xwest ku van şexsiyetan mînak hildin"

Qaymeqamê Kayapinarê û Wekîlê Şaredar Unal Koç daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku wek şaredarî digel karên rutîn ên wekî rê, park, baxçeyan giraniya xwe didin fealiyetên çandî û perwerdeyê. 

Koç diyar kir ji bo ku şexsiyetên ku li Tirkiye û dinyayê navdar in bi zarokan bidin nasandin xebat kirin û hedefa wan ew e ku nifşên nirxên xwe dizanin, xwedî bawerî û çanda xwe derdikevin bigihînin.

Koç behs kir ku bi saya vê xebatê mirovên qedirbilind ên ji van axan derketina bi zarokan dan nasandin û wiha axivî: 

"Me 70 hezar pirtûk çap kirin û gihand hemû zarokên xwe yên li dibistana seretayî. Me li dibistanan saeta xwendina pirtûkan pêk anî û zarokên me her sibeh van pirtûkan dixwînin. Me xwest ku bila ji van şexsiyetan dersê hildin, şexsiyetên ku ji van derketina nas bikin, wan mînak hildin. Em wisa bawer dikin ku dê ji vir şexsiyetên wiha derkevin, lewma me xebateke bi vî rengî kir. Me xwest ku bila nirxên me yên neteweyî binasin, xwedî li çanda me derkevin. Înşallah zarokên me jî vê bi awayekî herî baş fehm dikin."

Koç ragihand armanca projeyê ew e ku ji o zarokan dahatûyeke baştir amade bikin, ew bielimin xwendinê û ji nav wan serok derkevin û ji bo zarokên li çolwarê perwerde dibînin jî lîstika Hecîvat û Karagoz pêşkêş kirin. 

Koç behs kir kir biqasî 5 hezar xwendekarî ji çalakiya ku li taxên çiyayî hat kirin sûd wergirt û got ku "Zarok piranî xêzefîlmên biyanî temaşe dikin, wan karekteran hîn dibin. Me bi vê çalakiyê xwest ku şûna wan bila nirxên me yên neteweyî hîn bibin. Zarok gelekî kêfxweş dibin, hem dikenin hem hîn dibin."

- "Çalakî gelekî xweşik bû"

Volak Erdgoduyê ji xwendekarên ku li baxçeya Dibistana Suleyman û Muazzez Ersonmez lîstika Hecîvat û Karagoz temaşe kir got ku bi lîstika Hecîvat û Karagoz gelekî şa bûn û kêfxweş bûn.

Erdogdu diyar kir ku piştî çalakiyê seteke ku ji 7 pirtûkan pêk tê bi diyarî hat dayîn û da zanîn hem keniyan hem jî der barê kesên girîng da bûn xwedî agahî.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE