Li Qosera Mêrdînê, ji bo zarokên Sûriyeyî kursa gîtar û tembûrê hat vekirin. Zarokên ku beşdarî kursê dibin, him bi zarokên bajêr re hevaltiyê dikin û him jî fêrî enstrumanên muzîkê dibin.
Li Qoserê ji bo zarokên Suriyeyî kursa muzîkê hat vekirin.
Zarokên ku beşdarî kursê dibin him hînî gîtar û tembûrê dibin û him jî hînî stranên Kurdî û Tirkî dibin.
Di kursê de ji bilî xebatên muzîkê, xebatên wek li ser sporê jî tên kirin.
Xebatkarên kursê dibêjin: “Em dixwazin ew jî tevlî civakê bibin, hevaltiyan çêkin û jiyaneke baş bijîn.”