Zawiyeya Îmam Ebdullah hat neqilkirin

Li Heskîfa navçeya Batmanê qisma tirbeyê ya Zawiyeya Îmam Ebdullah a ku di sedsala 12emîn da hatiye çêkirin, hat neqilkirin

Zawiyeya Îmam Ebdullah hat neqilkirin

Li Heskîfa navçeya Batmanê ji bo ku mîrata çandî bê parastin û avahiyên dîrokî di bin Bendava Ilisuyê da nemînin piştî barkirina Tirba Zeynel Beg û Hemama Artuqiyan niha jî qisma tirbeyê ya Zawiyeya Îmam Ebdullah hat neqilkirin.

Ji ber xebatên Bendava Ilisuyê û HESê berhemên qedîm ji cihên wan tên veguhastin.

Par Tirba Zeynel Beg a 540 salî, paşê jî Hemama Artuqiyan a ku giraniya wê 1500 ton e û minareya Mizgefta Siltan Silêman a 611 salî hatin barkirin. Ev berhemên qedim li Parka Çandî ya Nû a Heskîfê hatin bicihkirin.

Di vê çarçoveyê da Zawiyeya Îmam Ebdullah a ku giraniya wê 850 ton e û wê wek sê qisman bê neqilkirin, qisma tirbeyê hat barkirin.

Hat ragihandin minareya zawiyeyê jî wê di nav hefteyê da bê barkirin.

Alîkarê Midûrê Giştî yê DSÎyê Murat Dagdeviren ji rojnamevanan ra got ew şahidiya rojeke dîrokî dikin.

Dagdeviren got ewil Tirba Zeynel Beg û paşê jî Hemama Artuqiyan hatiye barkirin û wiha behsa Zawiyeya Îmam Ebdullah kir: "Zawiye di sedsala 12emîn da dema Arqukiyan da hatiye çêkirin. Di dema Eyyubiyan da li gor qebra Îmam Abdullah ji nû va hatiye çêkirin. Nûkirina wê ya herî dawîn jî di sala 1478an da dema Akkoyuniyan da çêbûye. Di dema Osmaniyan û Komarê da jî hin nûkirin hatine kirin."

Dagdeviren anî ziman ev berhemeke qedîm û girîng e û divê bi hesas bê veguhastin û got ji bo welêt bila li ser xêrê be.

Dagdeviren got piştî veguhastina zawiyeyê ewê Mizgeftên Kizlar, Suleyman Xan, Koç, El Rizq û Deriyê Navîn jî bar bikin û wiha dewam kir: "Xebatên me yên ji bo parastina berhemên qedîm wê dewam bikin. Di Geliyê Dîcleyê da emê şikeftan jî biparêzin ku ew ji nifşên nû ra bimînin."

AA

Dîroka nûkirinê: 10 îlon 2018, 11:31
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE