Zeytê Derikê xelat wergirt

Di pêşbaziyên navnetweyî de zeytûn û zeyt hatin xelatkirin

Zeytê Derikê xelat wergirt

Zeytûnên Derikê li Londonê di Pêşbaziya Navneteweyî ya Zeytê de bûn duyemîn. Her wiha li Japonyayê jî pêşbazıyeke zeytê hat lidarxistin. Zeyta Derikê li wir jî bû sêyemîn.

Li Derika Mardinê bi salan e ku zeytûn tên çandin û zeyt tê hilberîn.

Par di pêşbaziya navneteweyî ya zeytê de Derik bûbû yekemîn.

Îsal jî zeytûnên Derikê di pêşbaziya li Londonê de bûn duyemîn.

Her wiha zeyta Derikê li Japonyayê jî tevlî pêşbaziya neteweyî bû û li wir jî bû sêyemîn, xelata bronz girt.

Qeymeqam û Cîgirşaredarê Dêrikê Hicabi Aytemür got zeyta Dêrikê li sernaserê dinyayê tê nasîn.

Qeymeqam Aytemür got: ”Par zeyta Derikê li sernaserê dinyayê bû yekemîn û xelata zêr qezenc kir. Îsal jî me du xelat wergirtin. Înşellah em ê zetya navçeya xwe li dinyayê bidin nasîn.”

Tê plankirin ku li navçeyê tesîseke salamurayê bê vekirin. Ger tesîs vebe dê aboriya navçeyê bi pêş keve û gelek însan jî wê bibin xwedî kar.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE