Êzidî Cejna Cemayê pîroz dikin

Îsal bi taybetî gazî kesên ku ji destê DEAŞ’ê zilm dîtine kirin

Êzidî Cejna Cemayê pîroz dikin

Ezidiyên ku ji destê rêxistina terorî Deaş’ê gelek kişandin, niha jî li Şengalê rêxistina terorî Pkk li wan zilmê dike. Êzidiyên Herêma Kurdistanê ji bo Cejna Cemayê li laleşa pîroz hatin cem hev. Pîrozbahî wê 7 rojan dewam bikin.

Êzidî her sal di navbera 6 û 13ê Cotmehê de cejna cemayê pîroz dikin.

Ew her sal li Laleşa Nûranî dicivin û ziyareta qebra mezinên xwe dikin.

Êzidî îsal jî jib o cejna Cemayê hatin cem hev û him heca xwe kirin him jî dia kirin.

Weke her salî îsal jî serekkonsolê Tirkiyê yê Hewlêrê Hakan Karaçay û heyeta wî hat cejnê.

Serekkonsulê Tirkiyê yê Hewlerê Hakan Karaçay got ‘’Hun jî zanin em bi êzıdıyan re ji nêz ve eleqedar dibin. Em zanin ku êzidî ji Turkıyê, ji miletê Turkiyê hez dikin. Em her ku tên vê derê, wê hezkirin û mihebbetê dibînin.’’

Îsal bi taybetî dawetî kesên ku ji destê DEAŞ’ê zilm kişandine kirin.

Ji bo pîrozbahiya cejnê ji çar aliyên cihanê êzîdî hatin Laleşê û wê 7 roj lê bimînin.

Dîroka nûkirinê: 08 Cotmeh 2018, 11:33
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE