Heyeta ku ji nûnerên fîrmayên ku li gelek bajarên Iraqê fealiyetê dikin pêk tê, li navçeyên Bidlîsê Tetwan, Xelat û Elcewazê geriya.
Şaredar Mehmet Emîn Geylanî ku li Tetwanê di civîna îstişareyê da ligel endamên heyetê civiya, ligel endamên Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Tetwanê (TATSO), nûnerên şîrketên turîzmê û saziyên civaka sivîl ên li bajêr, li ser xebatên ji bo geşkirina turîzmê gotûbêj kirin.
Alîkarê Serokê TATSOyê Yilmaz Lebît diyar kir ku ev demeke dirêj e ku ew li ser mijara sektora turîzmê û turîzma Îranê dixebitin.
Lebît destnîşan kir ku wekî dewama van xebatan, wan li Tetwanê nûnerên şîrketên turîzmê yên li Iraqê ezimandin û herwiha ji bo geşkirina turîzma navçeyê çi ji destê wan tê, ew dikin.
Yên di heyetê da piştî ku li Çiyayê Nemrûdê û Gola Krater a Nemrûdê û herwiha ciyên din ên dîrokî û geştiyarî geriyan, ji navçeyê bi rê ketin û çûn.
AA