Dayika reben li ber deriyê HDPê çalakiyê dike

Hacire Akar 70 salî ye. Kurê wê Fırat Akar di sala 1994 an  de çû nav rêxistina terorî PKKê. Kurê wê di sala 2017an de, di operasyonekê de hat kuştin. Ev 21 roj in kurê wê yê din Mehmet Akar winda ye. Dayîka dilsoj ji ber ku kurê wê nehat dîtin, dibêje ev kurê min jî çûye çiya. Dayîk niha li ber deriyê HDPê nobetê digre û heta kurê wê neyê peydakirin, wê ev çalakiya xwe bidomîne.

Dayîka dilsoj piştî Fırat niha jî ji bo Mehmet digirî. Hacire Akar 70 salî ye û li Diyarbekirê dijî. Ev 21 roj in kurê wê Mehmet Akar winda ye. Dayika reben çû cem polîsan lê heta niha jê xeberek tune.

Hacire Akar van winda bunan baş dizane. Di dala 1994an de kurê wê yê din Fırat Akar çû nav rêxistina terorî PKKê û di sala 2017an de hat kuştin.

Dayîka reben niha li ber deriye avahiya HDPê ya Diyaerbekirê çalakiyê dike û dibêje heta kurê min neye dîtin, ez ê vê çalakiya xwe bidomînim. 

Hacire Akarê cama avahiyê jî şikand û niha li ber deriyê wê çalakiya rûniştinê dike.

Dayika dilsoj; ji winda bûna kurê xwe hdpê berpirsiyar digre û wiha dibêje; kurê min hate vê avahiyê û careke din nehat dîtin. Me beriya eydê nîşaniya wî kir. Kurê min zava ye, ji bo daweta wî gelek kêm roj mane lê HDPê ew bir çiya. Ma ev e heq e li me tê kirin. heta kurê min bê dîtin, ez ê vê çalakiya xwe dewam bikim.

Şîrove Bike