Derewên PKK’ê yên li ser medyaya civakî

Dixwazin bi derewan bêjin “di Operasyona Kaniya Aştiyê de sivîl tên kuştin”

Pêşî di Operasyona Şaxa Zeytûnê de niha jî di Operayona Kaniya Aştiyê de…

Rêxistina terorî PKK/YPG dibêje sivîl tên kuştin û bi van gotinan dixwaze zirarê bide Tirkiyê.

Hêzên Çekdar ên Tirkiyê di Operasyona Kaniya Aştiyê de ji bo ku sivîl zirarê nebînin bi baldarî hereket dike.

Rêxistina terorî PKK/YPG jî li ser medyaya civakî propaganyeke reş dimeşîne.

ji wan mînakan yek jî ev e.

Cenazeyên pitikan li cem hev hatine rêzkirin.

Alîgirên rêxistina terorî derewan dikin û dibêjin ev dîmen di operasyona kaniya aştiyê de hatine girtin.

Lê ev ne rast e.

Ev dîmen di sala 2016an de di êrîşa asîmanî ya rejîma Esed ya li ser Helebê de hatine girtin.

Di hembêza dayikekê de cenazeyê pitika xwe heye û feryad dike.

Zarokên ku di êrîşa Rejîma Esed de birîndar bûne hatine qeydkirin.

Ev dîmen jî dîsa wekî ku yên nû ne, tên parvekirin. Her du dîmen jî di şerê navxweyî yê li Sûriyê de hatine girtin.

Prof.Dr. Levent Eraslan got:”Medyaya civakî tesîrê li dilê însanan dike. Dibe ku dîmena mirovekî birîndar balê nekşîne. Lê dîmena zarokekî an jî ya jina ku di hembêza wê de zarokekî birîndar heye tesîreke zêde dike. Dîmenên wisa gelek tên bikaranîn.”

Mînakeke din a propagandaya reş jî ev e.

Di vîdeoyê de tank bombeyan diavêjin. Ev jî wek oprasyona kaniya aştiyê tê parvekirin.

Ev dîmen di sala 2012an de hatine qeydkirin. Di dîmenan de rejîma esed bi tankên T-72 ên Rûsyayê êrîşan dikin.

Ev tank di nav malzemeyên Hêzên Çekdar ên Tirkiyê de tune ne. Bi van agahiyan derdikeve holê ku ev propagandaya reş derew e.

Partiyên siyasî jî li hemberî propagandaya reş li ser medyaya civakî bûn yek.

Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Mahir Ûnal bi etîketa “Em Tirkiye ne” kampanyayek da destpêkirin.

Rêvebirên CHP,MHP û ÎYÎ Partiyê jî piştgirî dan vê kampanyayê.

Şîrove Bike