Dilê malbatên şehîdan rihet bû

MİT’ê failê êrîşa Reyhanliyê li Sûrıyê girt û anî Turkiyê. Kêfa malbatên şehîdan bi vê xeberê gelek hat. Malbatan got; pariyek be jî êşa me sivik bû.

Hêj dilê wan dişewite…

Lê zeftkirina failan pariyek be jî êşa wan kêm dike...

Li Reyhanlıya Hatayê, 5 sal berê êrîşeke xayînane çêbûbû. Piştî teqînê gelek xayîn hatin mehkemekirin û ciza xwarin.

Lê hin ji wan reviyan. Ji wan yek Yusuf Nazik, li Sûriyê ji aliyê MİT’ê bi operasyoneke serkeftî hat zeftkirin.

Malbatên şehîdan jî bi vê xeberê gelek kêfxweş bûn.

Hemû dinya, bi saya wêneya jinika ku herdu destên xwe vekiribûn û nifir dikirin bi êrîşa Reyhanliyê hesiya.

Zahide Kudaya ku bi wê wêneyê bûbû sembola êrîşê, di bûyerê de mêrê xwe winda kir.

Xaltîka Zahîde ku hêj birîna wê teze ye, piştî zeftkirina êrîşkar, ji Kêfa hêsir barand.

Piştî xebera zeftkirinê, hin malbatên şehîdan çûn ziyareta gorên nasên xwe.

Şîrove Bike