10-15 hezar eskerî dê bişîne sînorê Meksîkayê

Donald Trumpê Serokê Amerîkayê got ji bo konvoya koçberên ji Amerîkaya Başûr tên bide sekinandin ew ê 10-15 hezar eskerî bişîne sînorê Amerîka-Meksîkayê.

10-15 hezar eskerî dê bişîne sînorê Meksîkayê

Donald Trumpê Serokê Amerîkayê got ji bo konvoya koçberên ji Amerîkaya Başûr tên bide sekinandin ew ê 10-15 hezar eskerî bişîne sînorê Amerîka-Meksîkayê.

Trumpê Serokê Amerîkayê li hewşa Qesra Sipî ji rojnamevanan ra rojev nirxand.

Trump diyar kir ku ew ê destûrê nedin konvoya koçberan a ku ji Amerîkaya Latîn tê welatê wan û wiha axivî: "Em ê xêncî hêzên kontrola sînor, yekeyên mihafizên gumrikê û Koçberiyê 10-15 hezar eskerên din jî bişînin sînor. Tu kes ê nikariba ji sînor derbas bibe. Em ê destûrê nedin ku derbas bibin."

Wekî mayîn Trump got bi rastî difikirin ku alîkariya didin welatên Amerîkaya Latîn ên ku destûrê didin konvoy were avakirin û ji welatê wan derbas bibe bibirin.

Wezareta Parastina Amerîkayê (Pentagon) diyar kiribû ku li dijî konvoya penaberan a ji Amerîkaya Navîn tê Amerîkayê ew ê 5 hezar û 200 eskerî bişînin sînorê Meksîkayê.

Trump pêr di hesabê xwe yê Twîtterê da konvoya koçberan a ber bi welatê wan tê wekî "dagirkirina welêt" nirxandibû û gotibû "Artêşa me ew ê li benda we be."AA

Dîroka nûkirinê: 01 Mijdar 2018, 17:50
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE