Hat ragihandin Jêzên Çekdar ên Ukraynayê 11 cî û warên li ser herêma Xersonê ji artêşa Ûris rizgar kirin.
Serokatiya Sererkaniya Ukraynayê daxuyanî da û ragihand ku artêşa Ûris ji ber zirardîtinê nikare paytext Kîevê blok bike û hilde bin kontrola xwe.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku Rûsya ji bo artêşa xwe ya şer zexim bike hewl dide û yekîneyên girêdayî Herêma Eskerî ya Başûr a Rûsyayê jî tevlî şer dike û daxuyanî wiha dewam kir: "Rûsya ji bo li herêmên Donetsk, Luhansk, Zaporîjya û Xersona di bin dagirkeriya berwext da ne rêveberiyên xwe ava bike hewl dide."
Hat gotin ku artêşa Ûris di rojên pêş da dibe êrîşên xwe yên li ser başûr û rojhilatê Ukraynayê zêdetir bike.
Ji bilî vê jî hat destnîşan kirin ku Hêzên Çekdar ên Ukraynayê li 11 cî û warên li herêma Xersonê ji artêşa Ûris rizgar kirin.
- Li Îzyumê 20 hezar kes li benda texliyebûnê ne
Şaredariya Îzyumê daxuyanî da û ragihand ku ev 20 roj e li bajêr korîdora mirovahî nehatiye vekirin û nêzî 20 hezar mirov li wê bendê ne ku ji bajêr bên texliyekirin.
AA