127 Cihûyên fanatîk di bin parastina polêsên Îsraîlê da avêt ser Mescida Eqsayê

127 Cihûyên fanatîk di bin parastina polêsên Îsraîlê da avêt ser Mescida Eqsayê

Ji sedî zêdetir Cihûyên fanatîk ên polêsên Îsraîlê jî bi wan ra bûn, ketin hewşa Mescida Eqsayê ya li Bajarê Kevn ê Quda Rojhilat ya dagirkirî.

Di daxuyaniya Îdareya Weqfên Îslamî ya Qudsê da hat diyarkirin ku 127 Cihûyên fanatîk ji Deriyê Mexarîbeyê (Fas) yê li başûrê rojavayê Mescida Eqsayê ra avêt ser Herema Şerîf.

Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku koma Cihû ya polêsên Îsraîlê diparast li hewşên Herema Şerîf tevgerên provokatîf nîşan dan û paşê ji Mescida Eqsayê veqetiyan.

Tevgerên wiha yên Cihûyên fanatîk li Herema Şerîf nîşan didin li herêmê dibin sedema zêdebûna rageşiyê.

- Desthilatdariya Îdareya Weqfên Îslamî ya Qudsê tê binpêkirin

Li gor peymana Îsraîl û Urdinê di 26ê cotmeha 1994an da îmze kiribûn Mescida Eqsayê di hîmayeya Îdareya Weqfên Îslamî ya Qudsê da ye. Îdareya Weqfên Îslamî ya Qudsê jî girêdayî Wezareta Weqf, Miqedesat û Karên Îslamî ya Urdinê ye. Lêbelê Cihû ji sala 2003yan vir da bêyî destûra Îdareyê bi biryara yekalî ya Îsraîlê û hevkariya polêsan va dikeve mabeda pîroz.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE