13. fuara bazirganî û veberhênanan a Hewlerê

Ji sektorên cuda 300 fîrmayên navneteweyî beşdarî fuarê bûn.

13. fuara bazirganî û veberhênanan a Hewlerê

13emîn fuara bazirganî û veberhênanan a hewlerê dest pê kir. ji înşeatê heya kozmetîkê di gelek beşan de ji 22 dewletan, 300 fîrma beşdarî fuarê bûn.

Li Hewlerê, elaqeya ji bo 13emîn Fuara Bazirganî û Veberhênanan li gorî salên berê zêde ye.

Di qada fuarê de ji kozmetîk û înşeatê bigirin heta weşanxaneyên navdar 300 fîrma hene.

Fîrmayên Tirk dixwazin li Hewlerê, têkiliyên xwe yên bazirganiyê xurt bikin û li bazarê cih bigrin.

“Li Bexdayê şaxeke fîrmaya me heye. Lê ji ber ku li Hewlêrê tune ye, em jî beşdarî fuarê bûn. Li vê derê em karsazan nas dikin, bi wan re sohbet dikin. Di heman demê em fîrmaya xwe jî didin nasîn. “

Xelk bi organîzasyonên bi vî rengî gelek kêfxweş e û hêvî dike ku bazirganiya herêmê geş bibe .

Fuara Bazirganiyê ya Hewlerê wê heta 3yê Cotmehê dewam bike.

Dîroka nûkirinê: 04 Cotmeh 2019, 09:09
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE