20 hezar sivîlên din koçî nêzî sînorê Türkiyeyê kir

Ji meha borî vir va jimara sivîlên ku koçî herêmên nêzî xeta sînorê Türkiyeyê kirin, derket 284 hezarî

20 hezar sivîlên din koçî nêzî sînorê Türkiyeyê kir

Li İdlibê her çend Rusya, rejima Beşşar Esed û komên ku Îran piştgiriyê dide wan êrîşên xwe kêm kiribin jî di nav 48 saetên dawîn da 20 hezar sivîlên din jî koç kirin û hatin ber sînorê Türkiyeyê. Ji serê meha mijdarê heta niha jimara kesên ku ji cî û warên wan kirin derket 284 hezaran.

Kordînatoriya Midaxaleya Sûriyeyê li ser sivîlên ku ji cî û warên xwe dibin, daneyan berhev dike. Midûrê Kordînatoriyê Mihemed Hallaj daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku di nav 48 saetên dawîn da nêzî 20 hezar sivîlan koç kirin.

Hallaj diyar kir, ji mijdarê vir va jimara kesên ku bi taybetî ji ber êrîşên rejim û Rusyayê koçî herêmên nêzî xeta sînorê Sûriye û Türkiyeyê kirin, derket 284 hezarî.

Hallac diyar kir ku heke êrîş dewam bikin, dibe ku li herêma Cebel ez-Zewiyeya başûrê Îdlibê jî koç dest pê bikin û 250 hezar sivîlên din jî ji cî û warên wan werin kirin.

Ji ber ku kampên Îdlibê tije bûn, seba avakirina çadiran qadên nû û binesazî tunene û ji ber ku alîkarî kêm bûn, bi hezaran sivîl ji xwe ra cî û war nabînin.

Bi hezaran malbatên ku ji êrîşan revîne û bê mal in, li benda alîkariyê ne.

- Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya li Îdlibê

Bajarê Îdlibê ku dikeve bakurê rojavayê Sûriyeyê, hema bêje ji destpêka şerê navxweyî heta niha weke keleha mixalifan e. Vê gavê bi koça navxweyî va nifûsê İdlibê derketiye 4 milyonî. Navenda bajêr di adara 2015an da ketibû destê mixalifan. Îdlib di nav bajarên ku herî zêde dibin hedefa rejimê da ye.

Türkiye, Rusya û Îranê di 4-5ê gulana 2017an da di civîna Astanayê da Îdlib û derdora wê wek "Herêma Kêmkêkirina Rageşiyê ya Îdlibê" îlan kiribû.

Piştî êrîşên hêzên rejimê Türkiye û Rusya ji bo herêma navborî li ser mitabaqateke din li hev kiribûn. Di 17ê îlona 2018an da di navbera Tirkiye û Rûsyayê da li Soçiyê mitabaqat hat îmzekirin û ji mitabaqatê vir va rejim û Rûsya êrîşên xwe didomîne û di êrîşan da heta niha ji hezar û 300î zêdetir sivîl hatin kuştin.

Sivîl ji cihên ku êrîş lê zêde ne koçî cihên aramtir, bi taybetî jî nêzî sînorê Türkiyeyê dikin. Jimara kesên ku koçî van herêman kirin jî di nav 2019an da ji milyonekî derbastir bû.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE