28 xebatkarên NYyê ji ber Kovîd-19ê mirin

Berdevka Ofîsa Çapemeniyê ya NYyê Alessandra Vellucciyê daxuyaniyeke nivîskî da û ragihand ku heta 21ê hezîranê di 1140 xebatkarên NYyê da waqieya Kovîd-19ê hat tesbîtkirin.

28 xebatkarên NYyê ji ber Kovîd-19ê mirin

Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku ji ber şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) 28 xebatkarên wan mirin.

Berdevka Ofîsa Çapemeniyê ya NYyê Alessandra Vellucciyê daxuyaniyeke nivîskî da û ragihand ku heta 21ê hezîranê di 1140 xebatkarên NYyê da waqieya Kovîd-19ê hat tesbîtkirin.

Berdevk Velluciyê got ku ji van kesan 28 kesan jî mirin.

Velluciyê der barê welatê lê dixebite yan jî ofîsa xebatkarên NYyê yên ku ji ber vîrusê mirin da agahî nedan.

Ji aliyê din va Ofîsa Cenevreyê ya NYyê civînên çapemeniyê yên asayî yên heftane dîsa ji rojnamevanan ra vekir.

Civînên di NYyê da ji ber şewba Kovîd-19ê ji meha adarê va bi rêya vîdeokonferansê dihatin lidarxistin.

Rojnamevanên ku bi tirsa mesafeya civakî naxwazin di cî da civînan bişopînin dê bikarin bi rêya vîdeo konferansê civînan bişopînin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE