3 ji wan zarok 9 Filistînî şehîd ketin

Filistînî dixwazin vegerin ser axa xwe ya dagirkirî…

3 ji wan zarok 9 Filistînî şehîd ketin

Israîl ji 30ê adarê û vir ve li dijî xwepêşandanên bi navê "meşa vegera mezin" mudaxeleyên tund dike. Rêvebiriya Tel Avîvê vê carê jî fermana êrîşa asîmanî da. Dİ êrîşan de 3 jİ wan zarok 9 fılıstînî şehîd ketın. Serokdewletê fılıstînê Mahmud Abbas jî li ser « peymana sedsalê » bertekên tund nîşanî serokê Emerîkayê donald trump û hamasê dan.

Li aliyekî Filistîniyên sivîl ên ku dixwazin vegerin ser axa xwe ya dagirkirî.

Li aliyê din jî leşkerên Israilî yên ku bi çek û rextên xwe ji bo kuştinê xwe hazir kirine.

Israilê vê carê jî ji asîmanan li wan xist. Artêşa Israîlê li rojhilatê Gazzeyê bi balafiran ji asîmanan erîş kir.Di êrîşê de 3 zarokên Filistînî şehîd ketin.

Her wiha leşkerên Israîlî ji 30ê Adarê û vir ve mudaxeleyê çalakiyên ji bo aşitiyê dike. Heya niha zêdetirî 200 Filistînî şehîd ketin û bi hezaran jî birîndar bûn.

Serokdewletê Filisînê Mahmud Abbas jî "Peymana Sedsalê" bi tundî protesto kir ku Serokê Emerîkayê ji bo çareseriya meseleya Filistîn û Israilê hazir kiribû.

Abbas destnîşan kir ku ev peyman wek dewama "Lihevkirina Balfourê" ye ku Ingilîstanê ji bo li ser xaqa Filistînê dewleta Cihuyan ava bike, çêkiribû.

Abbas got; "her çiqas Balfour hatibe sepandin jî dê Peymana Sedsalê bi tu awayî neyê tetbîqkirin. Li Gazzeyê dewleteke din nabe û bê Gazzeyê jî dewlet nabe."

Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE