32yemîn Salvegera Kîmyabarana Helebceyê

Di 16ê Adara 1988an da bi fermana Sedam Huseynê serokê jikardaxistî yê Iraqê li dijî Helebceya bajarê Iraqê êrîşa kîmyewî hat lidarxistin.

32yemîn Salvegera Kîmyabarana Helebceyê

Di 16ê Adara 1988an da bi fermana Sedam Huseynê serokê jikardaxistî yê Iraqê li dijî Helebceya bajarê Iraqê êrîşa kîmyewî hat lidarxistin. Ji ser bûyerê ra 32 sal derbas bûn, lê ew trajêdiya mirovahiyê ya ku wê rojê qewimî nayê jibîrkirin.

Bi fermana Sedam Huseynê serokê rejima Beasê, Elî Hesen Mecîdê pismamê wî yê ku bi nasnavê "Eliyê Kîmyewî" tê naskirin di 16ê adara 1988an da bi bombeyên xerdel û sarînê êrîşî Helebceya li nêzî sînorê Îranê kir.

Destê sibehê saet derdora 10.50yî êrîşî navenda Helebceyê û dora wê hat kirin û di nav bajêr de bêhna sêvan belav bû. 5 hezar kesên Helebçeyî yên ku haya wan ji tiştekî tunebû, li pêşiya xaniyên xwe yaxud jî dema direviyan di wesayîtan da di ser hev de ketin û mirin.

Di êrîşê de derdora 5 hezar kes hatibûn kuştin û ji 7 hezarî zêdetir mirov jî birîndar bibûn.

Kesên ku man jî ji tirsa êrîşeke din bi wesayîtan û peyatî ber bi sînorê Îranê ve reviyan. Gelek ji zarokên wê demê destên wan ji malbatên wan qut bû, yan winda bûn yan jî ji bêxwedîtî ketin êtîmxaneyên Îranê. 74 malbatên mexdûrê êrîşê ji bo ku 179 zarokên wan ên windayî werin dîtin serî li meqamên Îran û Iraqê xistin lêbelê ti encam bi dest nexistin.

- Sedam îdia kir ku haya wî ji êrîşê tune

Iraq sala 1980yî bi Îranê ra ketibû şer, şer 8 salan dewam kir. Iraqê di heman demê de li dijî pêşmergeyên PDK û YNKyê yên mixalif jî şer dikir

YNKyiyên li nêzî xeta sînor a Îranê bi cî bibûn di adara 1988an da bi piştgiriya Îranê, Helebce xistin bin kontrola xwe. Sedam dema bi vê hesiya fermana êrîşê da.

Rêveberiya Bexdayê ji bo hêzên Îranê û pêşmergeyan ji Helebceyê derxe bi bombeyên kîmyewî êrîşî bajêr kir.

Sedam Huseyn bi îdiaya ku di şer de piştgiriyê didin Îranê, fermana kîmyabarana gelê Helebceyê da. Li ser vê balafirên şer ên artêşa Iraqê 16ê adara 1988an ji asîmanan ve bombeyên xazê bi ser gelê Helebceyê de barandin.

Piştî ku Amerîkayê di sala 2003yan da midaxeleyî Iraqê kir, Sedam hat girtin. Di dema darizandinê da Sedam îdia kir ku haya wî ji êrîşa kîmyewî tunebû û ji medyayê hîn bû.

Êrîşa kimyewî ya dijî Helebceyê wekî asta dawîn a Operasyona Enfalê ye ku Sedam Huseyn di dema Şerê Îran-Iraqê de li dijî Kurdan li dar xist tê binavkirin.

Bi biryara Hikûmeta Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê, Di Adara sala 2014an de, Helepceya ku berê navçeya Silêmaniyê bû, sitatûya parêzgehê sitandibû.

AA

Dîroka nûkirinê: 16 Adar 2020, 09:54
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE