34emîn Salvegera Kîmyabarana Helebceyê

34emîn Salvegera Kîmyabarana Helebceyê

Bi telîmata Sedam Huseynê lîderê ji text daxistî yê Iraqê di 16ê Adara 1988an da li Helebceya bajarê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) bi bombeyên kîmyewî qirqirinek hat kirin û li ser vê qirkirinê ra 34 sal derbas bû.

Di heyama Şerê Îran-Iraqê da Sedam Huseynê Serokomarê heyamê wekî gava dawîn a Herekata Enfalê ya dijî Kurdan bi sîlahên kîmyewî êrîşî Helebceyê kiribû.

Li ser telîmata Saddam Huseyîn bi serokatiya eqrabayê wî Elî El Mecîdê ku navlêka wî "Eliyê Kimyewî" ye di 16ê Adara 1988an da bi bombeyên xaza sarîn û xardalê va êrîşî navçeya Helebceyê ya li ser sînorê Îranê hat kirin.

Serê sibê di saet 10.50î da êrîş li navenda Helebceyê û der û dora wê hat kirin û bêhna sêva li bajêr belav bû. 5 hezar Helebceyiyên nizanibûn ev bêhn ji ku tê li ber derê malên xwe an jî dema hewl didan birevin di nav wesayîtên xwe da mirin, 7 hezar kes jî birîndar bûn. Yên mayî jî ji ber tirsa êrîşeke duyem bi wesayîtan an jî bi meşê ber bi sînorê Îranê ra reviyan.

- Saddam got haya wî ji vê êrîşê tune

Iraq di 1980ê da bi Îranê ra kete şerekî û wê 8 salan dewam kir. Ji aliyê din bi pêşmergeyên Partiya Demokrat a Kurdistan (PDK) û Yekîtiya Niştimanên Kurdistanê (YNK) ra jî şer dikir.

YNKyiyên li ser sînorê Îranê bi cih bûbûn bi piştgiriya Îranê di Adara 1988an da Helebce bi dest xistin. Saddam li ser vê fermana êrîşê da û bi çekên kîmyayî va Helebce da bomberankirin ku pêşmergeyan û Îranê têk bibe.

Di sala 2003yan da Amerîkayê Iraq dagir kir û Saddam girt. Di mehkemeyê da Saddam got haya wî ji vê êrîşê tune û wî ji medyayê bihîstiye.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE