"35 cihên heyatî yên Amerîkayê yên li herêmê di menzîla Îranê da ne"

Li gor nûçeya Tesnîma ajansa nûçeyan a nîvfermî ya Îranê Xulam Elî Abu Hamzayê Fermandayê eyaleta Kîrmanê yê Artêşa Mihafizên Şoreşê diyar kir ku cihên heyatî yên Amerîkayê yên li herêmê berê tesbît kirine.

"35 cihên heyatî yên Amerîkayê yên li herêmê di menzîla Îranê da ne"

Xulam Elî Abu Hamzayê ji fermandarên Mihafizên Şoreşa Îranê got ku dê heyfa Qasim Silêmanî bistînin û bi Tel Avîva paytextê Îsraîlê ra 35 cihên heyatî yên Amerîkayê yên li herêmê di menzîla Îranê da ne.

Li gor nûçeya Tesnîma ajansa nûçeyan a nîvfermî ya Îranê Xulam Elî Abu Hamzayê Fermandayê eyaleta Kîrmanê yê Artêşa Mihafizên Şoreşê diyar kir ku cihên heyatî yên Amerîkayê yên li herêmê berê tesbît kirine.

Ebu Hamza got dê heyfa Qasim Silêmaniyê ku di êrîşa Amerîkayê da hat kuştin bistînin û wiha axivî: "Tel Avîv jî di nav da 35 cihên heyatî yên Amerîkayê yên li herêmê di menzîla Îranê da ne."

Fermandarê Îranî îma kir ku dê li Geliyê Hurmizê Amerîkayê hedef bigirin û nirxandina "Geliyê Hurmizê ji bo Rojava cihekî heyatî ye û gelek muhrîb, keştiyên şer ên Amerîkayê ji Geliyê Hurmizê, Behra Umanê û Kendava Basrayê ra derbas dibin." kir.

Kuştina Silêmanî 

Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) diyar kiribû ku di êrîşa li tanga Balafirgeha Bexdayê da Qasim Silêmaniyê Fermandarê Hêza Qudsê ya Artêşa Mihafizên Şoreşa Îranê û Ebu Mehdî el-Mihendisê Alîkarê Serokê Heşdî Şebiyê hatin kuştin.

Di êrîşê da 10 kesên di nav wan da Silêmanî, serbazên Îranê, Mihendis û û 5 welatiyên Iraqê hebûn hatibûn kuştin.

Ayetullah Elî Xameneyê serokê dînî yê Îranê piştî bûyerê di daxuyaniya xwe da gotibû, "Bi çûyîna wî karên ku wî dikirin ew ê nesekinin û rêya wî ew ê neyê girtin. Heyfeke mezin li benda sûcdaran e."

Xameney diyar kiribû ku li welêt ji bo 3 rojan şîn îlan kir, di dewsa Silêmanî da Tuxgeneral Îsmaîl Qaanî tayîn kiribû.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE