4. çalakiya herî mezin a li Fransayê

Ji bona bûyerên tundiyê neqewimin li tevahiya Fransayê 89 hezar polês hatine wezîfedarkirin.

4. çalakiya herî mezin a li Fransayê

Li Fransayê xwepêşandan berdewam in. çalakgerên “êlegzer” gavên hikûmetê yên ku paşve avêtin kêm dîtin û cara 4.emîn derketin kolanan. serê sibê 34 kes hatin binçavkirin.

Li Fransayê 4. Çalakiya êlegzeran dest pê kir.

Li gorî çavkaniyên polîsan di destpêka çalakiyê de 278 kes hatine zeptkirin û ji wan 34 kes hatine binçavkirin.

Tevî 8 hezarên li Parîsê li tevahiya welêt li dijî çalakiyan 90 hezar polîs li ser wezîfeyê ne.

Xwepêşandêr bi piranî li kolana Champs-Elyseesyê, li derdora Bîrdariya Serfiraziyê, li qada Bastille û Concordeyê dicivin.

Ligel kûleya Eyfelê gelek mûzeyên li bajêr jî hatin girtin.

Her wiha çalakiyên li Fransayê li welatên din jî belav dibin.

Li Brûksela Belçîkayê ji bo çalakiyên êlegzeran tevdîr hatin girtin.

Dîroka nûkirinê: 08 Kanûn 2018, 16:14
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE