Li Belçîkayê rêvebira rêxistineke mafên zarokan daxuyand 5 dergûşên Belçîkayî yên li kampên YPG/PKKya rêxistina terorê yên li Sûriyeyê diman ji ber rewşa xirab mirin.
Rêvebira Chîld Focusê Heîdî De Pauwê daxuyanî da rojnameya De Morgenê ya ku li Belçîkayê weşanê dike û got ew bi derûnnaseke zarokan ra çend caran çûne kampên Hol û Rojê.
De Pauw anî ziman li kampên Sûriyeyê bi hezaran kes di nav şertên nebaş da dijîn û wiha axivî: "Ji ber rewşa nebaş a li kampên Hol û Rojê zarok dimirin."
De Pauw got di nav 5 zarokên ji Belçîkayê yên ku mirin da dergûşeke nû çêbûye jî heye û ew ji ber xwarin û vexwarina nebaş û birîndarbûnê mirine.
Rêvebir De Pauw got dem her ku diçe kêm dibe û ev zarokên Belçîkayî divê bînin welêt û ji bo ku hikûmeta Belçîkayê zû tevbigere ewê zêde hewl bidin.
AA