5 komên eskerî yên li bakurê Sûriyeyê di bin banê ANSê da bi navê Eniya Rizgariya Sûriyeyê bûn yek

Di bin banê Eniya Rizgariya Sûriyeyê ku wê li alî Artêşa Netewî ya Sûriyeyê cî bigire da nêzî 20 hezar esker hene.

5 komên eskerî yên li bakurê Sûriyeyê di bin banê ANSê da bi navê Eniya Rizgariya Sûriyeyê bûn yek

Li bakurê Sûriyeyê 5 komên eskerî ku di bin banê Artêşa Netewî ya Sûriyeyê (ANS) da cî digirtin, bi navê Eniya Rizgariya Sûriyeyê bûn yek.

Di merasima li Bab a navçeya bakurê Sûriyeyê hat kirin da hat gotin ku Lîvaya Hamza, Lîvaya Mutasim, Lîvaya Siltan Silêman Şah, Lîvaya 20emîn û Lîvaya Bazên Bakur bi navê Eniya Rizgariya Sûriyeyê va bûn yek.

Komên eskerî yên di bin banekî da hatin cem hev wê li herêmên Mertalê Feratê, Çiqlê Zeytûnê û Kaniya Aştiyê ku ji terorê hatibûn rizgarkirin milê xwe bikin milê Hêzên Artêşa Tirk û wezîfeya xwe bidomînin.

Di bin banê Eniya Rizgariya Sûriyeyê da nêzî 20 esker wê cî bigirin.

Alîkarê Wezîrê Parastina Hikûmeta Berwext a Sûriyeyê Tumgeneral Hasan Hammede, fermandarên artêşan û mezinên herêmê jî beşdarî merasimê bûn.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE