Qazaxistan, Azerbeycan, Rûsya, Îran û Tirkmenistanê peymana li ser statuya hiqûqî ya Deryaya Xezerê îmze kir.
Serokomarê Qazaxistanê Nursultan Nazarbayev, Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn, Serokomarê Azerbeycanê Îlham Eliyev, Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî û Serokomarê Tirkmenistanê Qurbangulî Berdîmihemedov beşdarî Zîrveya 5emîn a Serokên Dewletan ên Welatên Xezerê ya li bajarê Aktau ya Qazaxistanê bûn.
Di zîrveyê da mijarên li Xezerê hevkariya di warê aborî, veguhastin, jîngeh û ewlekariyê da hatin gotûbêjkirin û herwiha welatên beşarên zîrveyê, peymana ku statuya hiqûqî ya Xezerê tayîn dike, îmze kir.
- Peymana ku statuya hiqûqî ya Xezerê tayîn dike
Li gorî peymanê, binê Deryaya Xezerê û herêmên xaka wê dê li gorî rêgezên wekî qada deryayê, hidûdê deryayê, qadên nêçîra masiyan û emilandina çavkaniyan, were parvekirin.
Herwiha dê statuya taybet bidin Deryaya Xezerê û dê peymana hiqûqa deryayê ya Neteweyên Yekbûyî ya di 1982yan da neyê cîbicîkirin û herwiha dê kûrahiya avê li gorî prensîbê golê were diyarkirin.
Herwisa peyman qedexeyê datîne ser wê yekê ku ji xeynî 5 welatên li rexê deryayê, welatekî din li Deryaya Xezerê hebûna xwe ya eskerî hebe.
Şêwrên li ser emilandina qada asîmanî ya Deryaya Xezerê dê dewam bikin.
Qazaxistan, Azerbeycan, Rûsya, Îran û Tirkmenistanê ji 1996an vir va mizakere didomandin ku ji Xezera ku tam û têkûz deryayeke vejenê ye, zêdetir pişkê werbigirin. Mizakere dihatin û di wê yekê da dixitimîn ka gelo Xezer derya ye an gol e.
Tê texmînkirin di Xezerê da 50 milyar warîl petrol û 9 trilyon mêtrokûp jî rezerva xaza siruştî heye.
AA