6 milîsên Hefter ên li Watiyeya Baregeha Hewayê teslîmî artêşa Libyayê bûn

Di daxuyaniya Operasyona Agirê Hêrsê ya hikûmeta Libyayê da wiha hat gotin: "6 milîsên Xelîfe Hefter ên li Watiyeya Baregeha Hewayê teslîmî yekîneyên Artêşa Libyayê yên di bin fermandariya Tumgeneral Usame Cuweylî da, bûn."

6 milîsên Hefter ên li Watiyeya Baregeha Hewayê teslîmî artêşa Libyayê bûn

Hat diyarkirin ku milîsên Xelîfe Hefter ên li Watiyeya Baregeha Hewayê ya li başûrê rojavayê Trablusa paytextê Libyayê dest pê kirin teslîmî artêşa Libyayê dibin.

Di daxuyaniya Operasyona Agirê Hêrsê ya hikûmeta Libyayê da wiha hat gotin: "6 milîsên Xelîfe Hefter ên li Watiyeya Baregeha Hewayê teslîmî yekîneyên Artêşa Libyayê yên di bin fermandariya Tumgeneral Usame Cuweylî da, bûn."

Artêşa Libyayê di çarçoveya operasyona sêşema borî biribû ser baregehê da herêm bi tevahî dorpêç kiribû.

Artêşa Libyayê di 25ê adarê ya destpêka operasyona "Bobelata Aştiyê" da qismekî baregehê hildabûn kontrola xwe.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE