63 milyar dolarî zirar gihîşt binesaziya Ukraynayê

Ji ber şer bi bergîdana nêzî 63 milyar dolarî zirar gihîşt binesaziya Ukraynayê

63 milyar dolarî zirar gihîşt binesaziya Ukraynayê

Li gor rapora ku Beşa Analîtîkê ya Dibistana Aboriyê ya Kîevê (DAK) weşand Rûsyaya ji 24ê Adarê vir va bi Ukraynayê ra şer dike heta niha bi bergîdana 62 milyar û 889 milyon dolarî zirar da binesaziya Ukraynayê û analîstan got ku bi tenê hefteya borî zirara bi 3 milyar û 500 milyon dolarî çêbû.

Di raporê ra da analîstan ragihand ku ji destpêka şer vir va artêşa Rûsyayê ji 8 hezarî zêdetir rê, 4 hezar û 431 avahî, 9 fabrîqe û dikan, 378 saziyên perwerdehiyê, 138 saziyên tenduristiyê, 2 bêndergeh, 8 jê yên sivîlan 10 balafirgehên eskerî û 8 jî santralên elektrîkê da ber xwe û zirar da wan.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE