6emîn salvegera xeniqîna Alanê piçûk ê sembola trajêdiya koçberan

6 sal di ser mirina Alanê piçûk ra derbas bû ku bi bedena xwe ya bêcan a ku li Bodruma navçeya Muglayê pêlan derxist qeraxê va bû sembola derbederiya koçberan…

6emîn salvegera xeniqîna Alanê piçûk ê sembola trajêdiya koçberan

Alanê piçûk ê 3 salî ku tevî malbata xwe ji şerê li Sûriyeyê reviya, lêbelê li Bodruma navçeya Muglayê belema wan binav bû û di encamê da jiyana xwe ji dest da, di 6emîn salvegera mirina xwe da li qeraxê hat bibîranîn.

Li Bodrumê belema fîber a 14 mirov tê da 2yê Îlona 2015an binav bûbû û di encamê da tevî Alanê piçûk ê Sûriyeyî 5 kes xeniqîbûn. Pêlên behrê termê Alanê piçûk li Taxa Akyarlarê li pozê Fenerê derxistibû qeraxê.

Her çiqas 6 sal di ser mirina Alan ra derbas bûbe jî lêbelê êş û kula ku li dû xwe hişt, hê jî teze ye û birînan kew negirtiye.

Piştî bûyera trajîk, Alanê piçûk hersal 2yê îlonê li pozê Fenerê tê bibîranîn.

Omer Sarikayayê derhênerê fîlma "Aylan Baby" ku li Bodrumê hat kişandin, hin lîstikvanên fîlmê û her wiha turîstên xwemalî û biyanî beşdarî çalakiya bîranînê bûn.

Bi kulîlkên begonvîl va li qeraxê "Aylan Baby" nivîsîn. Koma ku zarok jî tê da hebûn, mîna bedena bêcan a Alanê piçûk, li qeraxê behrê xwe dirêj kirin û xwestin balê bikişînin ser drama koçberan.

Derhêner Sarikaya ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir, 6 sal di ser mirina Alanê piçûk ra derbas bû ku hemû dinya zehf li ber ket.

Sarikaya bal kişand ku ji wê rojê heta niha tu tişt neguheriye û wiha dewam kir, "Ev yek bi min şermezariya Neteweyên Yekbûyî ye. Ji wê rojê vir va bi hezaran belkî jî bi deh hezaran Alanên piçûk di van behran da mixabin xeniqîn, mirin. Hêviya me ew e ku dinya dê careke din xwe li ber vê yekê kerr neke û tiştekî wiha dê careke din rû nede."

Sarikaya got, tişta qewimî, şermezariya hemû mirovahiyê ye û lewma jî wan ev çalakî li dar xist da ku dinya vê şermezariyê bibîne.

Sarikaya axaftina xwe wiha domand:

"Xwedêkirî Komara Tirkiyeyê heye, Xwedêkirî welatê me yê mîhrebaniya mirovahiyê heye. Li dinyayê tu welat qasî welatê me dilovan û bi mîhreban nîne. Xwezî hemû dinya û welatên Ewropayê jî mîna Tirkiyeyê bûna, bûyerên wiha qet çênedibûn. Ji bo ku em di 6emîn salvegera mirina Alanê dergûş da wî bibîr bînin û ji bo ku meriv wî jibîr nekin, em li vê derê civiyan. Fîlma me ya 'Aylan Baby' amade ye, lê ji ber şewbê nehat weşandin. Şewb roja xelas bibe, bi destûra Xwedê wê di hemû sînemayên dinyayê da têkeve vîzyonê."

Sam Dîvdadê welatiyê Amerîkayê ku bi eslê xwe ji Îranê ye, bi jin û zarokên xwe va beşdarî çalakiyê bû. Dîvdad jî got ku ew seba tetîlê bi malbata xwe ra hat Bodrumê û wî xwest beşdarî çalakiya bîranînê bibe.

Dîvdad daxuyand ku ew ji ber bûyerê xemgîn bûn û wiha dewam kir, "Ez hêvî dikim ku di paşerojê da meriv wê bi hev ra bin û di nav aştiyê da bijîn. Ez hêvî dikim ku trajediyeke wiha careke din çênebe."

Karsaz Sedat Parlar jî beşdarî çalakiyê bû û diyar kir ku mirina dergûşa Alan agir bi cegera merivan xist.

Parlar wiha axivî, "Kesên ku zarokên wan hebin, vê yekê zêdetir hîs dikin. Tiştekî pir xembar e ku pêlên avê laşê dergûşekê bavêjin qeraxê. Hundirê merivan reş dike."

Ji şêniyên navçeyê Kemal Sarikaya jî got ku wekî duh tê bîra wî ku pêlan laşê dergûşa Alan avêtibû qerax.

Li Bodrumê di 2yê îlona 2015an da keleka penaberên ku dixwestin derbasî Yewnanistanê bibin, binav bûbû û digel Alan Kurdiyê 3 salî, kekê wî û diya wî jî tê da 5 kes xeniqîbûn. Pêlên behrê cesedê Alan avêtibû qerax û dîmena cesedê wî rûyê erjeng ê şerê li Sûriyeyê cardin nîşan dabû û pirsgirêka penaberan bala civaka navneteweyî jî kişandibû.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE