Hêzên Îsraîlê li Şerîeya Rojava ya ku dagirkirî ye 7 Filistînî binçav kirin.
Li gorî daxuyaniya nivîskî ya artêşa Îsraîlê, li çend herêmên Şerîeya Rojava bi şev li dijî malên Filistîniyan operasyon hatin kirin û bi îdiaya "tevî bûyerên terorê bûne" 7 Filistînî hatin binçavkirin.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ji bo jêpirsînê Filistîniyên binçavkirî sewqî navenda binçavkirinê ya li herêmê kirin.
Li Şerîeya Rojava û Qudsa Rojhilat ên ku dagirkirî ne, hêzên Îsraîlê pirî caran bi ser malan da digirin û bi îdiayên curbecur Filistîniyan binçav dikin.
Li gorî çavkaniyên fermî yên Filistînê, di girtîgehên Îsraîlê da qasî 500 jê girtiyên îdarî, 220 jê zarok bi tevahî 5 hezarî zêdetir Filistînî hene.
Îsraîl bi sepana ku jê ra dibêje "girtina îdarî" va di çarçoveya îstixbaratê da ji mehekê heya 6 mehan dikare Filistîniyan bigre. Heger biryar were dayîn ku kesê girtî "ji bo ewlekariya Îsraîlê talûke ye" dadgerê esker dikare bêyî sûcdarkirinê heta 5 salan dema girtinê dirêj bike.
AA