7 terorîstên YPG/PKKyî yên failê 11 êrîşên bibombe li Efrînê hatin girtin

7 endamên YPG/PKKya rêxistina terorê yên failê 11 êrîşên bibombe li Efrîna herêma Sûriyeyê hatin girtin.

7 terorîstên YPG/PKKyî yên failê 11 êrîşên bibombe li Efrînê hatin girtin

7 endamên YPG/PKKya rêxistina terorê yên failê 11 êrîşên bibombe li Efrîna herêma Sûriyeyê hatin girtin.

Walîtiya Hatayê di daxuyaniya xwe ya nivîskî da got 7 endamên YPG/PKKya rêxistina terorê yên ku 11 êrîşên bibombe kirine li Efrînê di operasyonên dijî 2 malên hucreyê da hatin girtin.

Di daxuyaniyê da hat gotin Midûriya Ewlehiyê ya kordînator ya Efrînê li Herêma Çiqlê Zeytûnê di 2 malên hucreyê da operasyon kirin.

Hat gotin 7 endamên YPG/PKKya rêxistina terorê yên11 êrîşên bibombe kirine û 3 wesayît şewitandine hatin girtin û daxuyaniyê wiha dewam kir: "Di malên hucreyê da 25 kîlo TNTya ji bo bombeçêkirinê tê bikaranîn, 8 qapsûlên biceyran, perçeyên bizmaran yên ji bo bombeçêkirinê hatine amadekirin hatin bidestxistin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE