74 deriyên din ên Mescida Heram hatin vekirin

Îdareya Deriyên Mescida Heram daxuyand di nav 10 rojên dawîn ên meha remezanê da 74 deriyên din ên Mescida Heram hatin vekirin

74 deriyên din ên Mescida Heram hatin vekirin

Rêvebiriya Erebistana Siûdî daxuyand 74 deriyên din ên Mescida Heram jî di nav 10 rojên dawîn ên meha remezanê da hatin vekirin.

Li gor nûçeya ajansa nûçeyan a fermî ya Erebistana Siûdî SPAyê, Îdareya Deriyên Mescida Heram daxuyand di nav 10 rojên meha remezanê da 74 deriyên din ên Mescida Heram hatin vekirin.

Di daxuyaniyê da hat gotin bi van deriyan va tevahî 170 derî ji bo ziyaretvanan amade ye. 

Hat gotin ji bo hatin û çûyina ziyaretvanan û kesên hatine umreyê rehettir bibe ev derî hatine vekirin.

Li gor daneyên fermî di meha remezanê da 45 milyon kes diçin ziyareta axên pîroz.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE