8ê Adarê Roja Jinên Cîhanê

Jinên Afrinî gelek zilm û tehdîd dîtine û hêj ew êş di dilê wan de ye...

8ê Adarê Roja Jinên Cîhanê

Emîne Hisên Qurmoya 63 salî ji gundê Hec Qasmaya navçeya Mabetayê ye. Kurê Xaltîka Emîneyê yê 32 salî bi destê rêxistina terorî YPG/PKK’ê hat kuştin. Xaltîka Emîne heya niha li ser piyan e û xizmetî mala xwe dike. Lê êşa kurê wê hêj di dilê wê de ye…

8 Adarê wek roja jinên cîhanê tê pîrozkirin. Ji ber vê yekê hinek li malên xwe, hinek jî di karên curbircur de dixebitin…

Xaltîka Emîne Hisên jî ji bajarê Afrina Sûriyê ye. Hisêna 63 salî li gundê Hec Qesmaya Mabatê dijî. Her sibê radibe û diçe pêzê xwe didoşe. Piştre tê kar û barên mala xwe dike…

Kurê dayika reben Cîger Osoyê 32 salî di 2012an de ji aliyê rêxistina terorî YPG/PKK’ê ve hat kuştin. Ji ber vê yekê dilê dayikê dilsoj e û hêj êşa kurê wê di dilê wê de ye.

Dayika Emîne dibêje berê qiymeta van rojan hebû lê ez niha ne şad im. Ji ber ku kurê wê li ba wê nîne ne kêfa wê heye jî roj lê diyar in.

Niha wekî dayika Emîneyê li Sûriyê bi sedan dayik hene. Ew jî dixwazin rojekê bigihêjin zarokên xwe…

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE