9 hezar û 166 eskerên Ûris di şer da hatin kuştin

Ukraynayê ragihand 9 hezar û 166 eskerên Ûris di şer da hatin kuştin

9 hezar û 166 eskerên Ûris di şer da hatin kuştin

Ukraynayê ragihand ku ji hêzên artêşa Ûris a êrîş kir heta niha 9 hezar û 166 esker hatin kuştin.

Serokatiya Sererkaniya Ukraynayê der barê zirar û ziyana di 9 rojan da gihîştiye artêşa Rûsyayê da agahî da.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku ji artêşa Ûris a êrîşî Ukraynayê kir heta niha 9 hezar û 166 esker hatin kuştin, 33 balafir û 37 helîkopterên Ûris hatin daxistin, 251 tank, 939 wesayîtên bizirx, 105 top û 2 jî botên sivik ên lezê hatin îmhekirin.

Hat gotin 50 pergalên roketavêjê, 404 wesayît, 60 wesayîtên sotemeniyê, 18 pergalên parastina hewayî û 3 jî WHB (ÎHA) yên artêşa Ûris hatin îmhekirin.


AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE