9 terorîstên YPG/PKKyî li Sûriyeyê hatin girtin

MÎTê 9 terorîstên ku bi saya operasyona ku ji aliyê yekîneyên îstixbaratê yên cendirme û yekîneyên têkoşîna dijî terorê hat kirin hatin girtin anîn Tirkiyeyê.

9 terorîstên YPG/PKKyî li Sûriyeyê hatin girtin

Waliyê Hatayê Erdal Ata da zanîn ku 9 terorîstên ku tevî bûyera dema Herekata Çiqlê Zeytûnê de şehîdkirina Serpel Oguz Kaan Usta û Çawîşê Pispor ê Peyade Mehmet Muratdagi û pişt re revandina laşê Usta bûne li Recûya bajaroka Efrînê hatin girtin û ew anîn Tirkiyeyê.

Ata li avahiya walîtiyê daxuyanî da çapemeniyê û got hat tespîtkirin ku M.Cyê Sûriyeyî yê ku di 3yê îlona 2018an de li Recûya bajaroka Efrînê bi destê MÎT, îstixbarata cendirmeyan û yekîneyên têkoşîna dijî terorê ve hat girtin endamê YPG/PKKya rêxistina terorê ye.

Walî Ata qal kir ku terorîst ji sal 2014an vir ve li Efrînê di nav "rêxistina asayîşê" ya qaşo ya rêxistina terorê de cî girtiye û beriya Herekata Çiqlê Zeytûnê û piştî wê fealiyetên berhevkirina îstixbaratê kiriye û wiha axivî:

"Navê endamên rêxistina terorê yên ku tevî bûyera di 28ê kanûna paşîn a 2018an de ya ku roja çaremîn a Herekata Çiqlê Zeytûnê ya ku li Efrînê dihat kirin de di operasyona li herêma gundê Omeruşagi de şehîdkirina Serpel Oguz Kaan Usta û Çawîşê Pispor a Peyade Mehmet Muratdagi û pişt re revandina cendekê Usta bûn da. Di çarçoveya îfadeyên 3 kesên ku di encama vê îtirafê de hatin binçavkirin de jî 5 terorîstên din ên ku tevî bûyerê bûne û 9 mensûbên PKK/KCK/KCK-PYD/YPGê yên hat tespîtkirin ku têkiliya wan bi bûyerê re heye li Recûya bajaroka Efrînê hatin girtin."

Erdal Ata da zanîn ku 9 terorîst di encama kordînasyona ku di navbera Wezareta Karên Navxweyî, Walîtiya Hatayê, MÎT û meqamên edlÎ ve hat kirin de ji bo ku bên darizandin di encama operasyona serkeftî ya ku yekîneyên MÎTê û cendirmeyan ên li Efrîna bajarê Sûriyeyê peywirdar in kir de anîn Hatayê.

Ata diyar kir ku terorîst dê piştî jêpirsîna wan a li Fermandariya Cendirmeyan a Bajêr dê teslîmê meqamên edlî bên kirinn.

Rojnamevanekî der barê operasyonên serkeftî yên ku MÎT van demên dawîn dike pirsekî kir û Ata li ser vê got ku "Hûn dizanin ku MÎTê du roj berê çi kir, bi operasyonekî serkeftî terorîstekî ku rasterast di teqîna li Reyhanliyê de cî girtiye girt û anî welatê me. Digel vê li herêma Efrînê jî hem MÎT, hem îstixbarata cendirmeyan hem jî îstixbarata ewlehiyê operasyonên gelekî serkeftî dikin. Dibe ku ev hemû bi raya giştî re nayên parvekirin lê li wir bi rastî jî ji bo pêkanîna ewlehî û asayîşê gelekî dixebitin. Em beriya ku biqewimin bi xebatên fedekarane ya hevalên xwe beriya gelek bûyeran digirin."

AA

Dîroka nûkirinê: 15 îlon 2018, 14:14
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE