Aboriya bakurê Iraqê

Li herêmê rêjeya betaliyê wek ji %10 hat diyarkirin

Aboriya bakurê Iraqê

Di sala 2014an de gava deaş’ê êrîş bir ser herêma bakurê iraqê, aboriya wir têk çû. Niha rewşa herêmê baştir dibe. Betaliya ku wê demê ji sedî 13 bêhnok 5 bû, niha ket ji sedî 10an.

Li Hewlêrê ji bo rewşa penaberên li herêmê, betalî, perwerde û mijarên din bi hevkariya Neteweyên Yekbûyî û wezareta plansaziyê konferans hat lidarxistin.

Di konferansê de mijara sereke rewşa aboriyê bû.

Axaftvanan bal kişand ser kêmbûna betaliyê.

Hat gotin bêkariya ku heta ji sedî 14î rabûbû, niha daketiye ji sedî 10an.

Rewşa perwerdeyê jî mijareke din bû.

Hat gotin rêjeya kesên ku xwendin û nivîsandinê nizanin, berê ji sedî 27 bû; lê niha daketiye ji sedî 21ê.

Herwiha gelheya herêmê jî wek 5 milyon û 750 hezar kes hat destnîşankirin.

Dîroka nûkirinê: 14 îlon 2018, 10:57
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE