Aboriya Çînê di çaryeka sêyemîn a sala îsal da ji sedî 4,9 mezin bû.
Rêveberiya Îstatîstîka Neteweyî ya Çînê eşkere kir ku dahata nesafî ya nava welêt di çaryeka sêyemîn ku mehên tîrmeh, tebax û îlonê li xwe digire da ji sedî 4,9 mezin bû.
Hat ragihandin, aboriya Çînê ya ku di çaryeka duyemîn da dîsa li ser xeta mezinbûnê rûnişt û di çaryeka sêyemîn da jî xwe topî ser hev kir, li gorî daneyên dawîn di 9 mehên salê da li gorî salewextê ji sedî 0,7 mezin bû.
Aboriya Çînê di dawiya sala derbasbûyî da bi bandora şewba Kovîd-19 ku li bajarê Vuhanê yê eyaleta Hubeyê derket û belayî hemû dinyayê bû va di çaryeka yekemîn a sala îsal ji sedî 6,8 piçûk bûbû, di çaryeka duyemîn da jî ji sedî 3,2 mezin bûbû.
AA