Adana navend li 3 bajaran dijî PKK/KCKyê operasyon

Di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Adanayê birêva bir da Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê ya Midûriyeta Ewlehiyê ya Bajêr li Adana , Kocaelî û Diyarbekirê dijî PKK/KCKya rêxistina terorê dest bi xebatê kir.

Adana navend li 3 bajaran dijî PKK/KCKyê operasyon

Çarçoveya lêpirsîna dijî PKK/KCKya rêxistina terorê da ji bo 6 gumanbaran biryara binçavkirinê hat dayîn û Adana navend li 3 bajaran ber destê sibehê operasyon hat kirin.

Di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Adanayê birêva bir da Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê ya Midûriyeta Ewlehiyê ya Bajêr li Adana , Kocaelî û Diyarbekirê dijî PKK/KCKya rêxistina terorê dest bi xebatê kir.

Di 3ê Cotmehê da li Diyarbekirê terorîstek hatibû berterefkirin û ji ser wî du ewraq derketibûn. Di encama kontrola ewraqan da navûnîşanên 6 gumanbarên di wan ewraqan da hatin kifşkirin û ji bo qefaltina wan biryara binçavkirinê hat derxistin.

Polêsan navnîşana gumanbaran kifş kir û ber destê sibehê bi piştevaniya polêsên tevgera taybet va bi hevdemî operasyon li dar xistin.

Ekîba polêsan gumanbarên hatin binçavkirin ji bo kontrola sihetê birin Şaxa Tipa Dadî û ji wê derê jî derbasî Midûriyeta Ewlehiyê kirin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE