Adil Ebdulmehdiyê Serokwezîrê Iraqê wê îstifa bike

 Adil Ebdulmehdiyê Serokwezîrê Iraqê ragihand ku wê îstifaya xwe pêşkêşî Meclisê bike.

Adil Ebdulmehdiyê Serokwezîrê Iraqê wê îstifa bike

 Adil Ebdulmehdiyê Serokwezîrê Iraqê ragihand ku wê îstifaya xwe pêşkêşî Meclisê bike.

Ebdulmehdî di daxuyaniya xwe ya nivîskî da destnîşan kir wê guh bide banga Elî es-Sîstaniyê merciyê dînî yê Şiiyan ku gotibû "ji bona welêt tevlihev nebe" û nivîsa xwe ya fermî ya îstifakirina ji serokatiya hikûmêtê bişîne Meclisê.

Biryara Ebdulmehdî piştî ku Sîstanî banga "hilbijartineke şefaf û azad" li Meclisê kir hat dayîn.

Elî es-Sîstaniyê merciyê dînî yê Şiiyan îro piştî nimêja înê di "peyama xwe ya siyasî" da ku hat xwendin destnîşan kiribû ku hikûmet li hember protestoyên ku di du mehên dawîn da tên kirin nikare berpirsiyarên xwe bi cî bîne û ji Meclisê xwestibû ku "ji bona hilbijartineke şefaf û azad bi lezgînî qanûna hilbijartinê ya nû bê derxistin."

Dîroka nûkirinê: 29 Mijdar 2019, 17:13
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE