Li bakurê bajarê Santa Barbarayê ku dikeve başûrê Californiaya eyaleta Amerîkayê, agir bi daristanê ket û hat ragihandin ku agir li qadeke 16 kîlomêtreqareyî bela bû.
Berdevkê Îtfaiyeya Santa Barbarayê Mike Eliason daxuyanî da têlevîzyona herêmî ya KEYT-TVyê û got ku agir li ser qadeke 16 kîlomêtreqareyî bela bûye û talûkeya 2 hezar û 400 mal û avahiyî heye.
Di şewatê da hê tiştek bi kesî û mal û milkan nehatiye, lê agir jî nehatiye temirandin. Ji bo 6 hezar û 300 kesên ku nêzî herêmê dijîn fermana texliyekirinê hat dayîn.
Hat gotin, agir duh êvarê bi Daristana Neteweyî ya Los Padresê ku dikeve bakurê bajêr, ket û bi bayê ra li berwar û geliyên Çiyayên Santa Ynezê bela bû.
Li gor Servîsa Meteorolojiyê ya Neteweyî ji sibe bişev pê va li herêmê bahoz û baran tê payîn û wê pêşiya belabûna agir bigre.