Ajansa Derman a Ewropayê: Ji bo hilberîna aşiya Kovîd-19ê herî kêm salek hewce dike

Ajansa Dermanan a Ewropayê (EMA) daxuyand ku ji bo aşiya vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) vê gavê 33 xebat tên meşandin û ji bo ku aşî seba hilberînê were amadekirin, herî kêm salek hewce dike.

Di daxuyaniya nivîskî ya ku ji EMAyê hat dayîn da li ser derman û aşiyên ku wê seba tedawiya Kovîd-19ê werin xebitandin, agahî parve kirin.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku meriv nikare ji bo aşiyê tarîxekê eşkere bike û ji bo ku aşiyek were dîtin û hilberîna wê ya komî dest pê bike, herî kêm salek hewce dike.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku ji bo tedawiya Kovîd-19ê li ser 119 dermanên cuda lêkolîn tên kirin û ew van lêkolînan ji nêz va dişopînin, ceribandina hin dermanan jî dest pê kir û ji van dermanan yek jê jî dermanê antîvîralê yê bi navê “Remdesivir"ê ye.

Ajans di sala 1995an da li Londrayê hat avakirin û piştî ku Îngiltere ji Yekîtiya Ewropayê veqetiya, ajans barî Amsterdama bajarê Hollandayê kiribûn.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE