Ajansa Derman a Ewropayê (EMA) biryara pêşniyazê da ku aşiya vîrusa koronayê ya tîpa nû ya Modernayê amade kir were tesdîqkirin.
Komîteya Amûrên Tibî Beşerî (CHMP) ya EMAyê diyar kir ku biryara tewsiyeyê hat dayîn ku bi şert destûra bazarkirinê bidin aşiya Kovîd-19ê ya Modernaya şirketa derman a Amerîkayê.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku tesra vê aşiyê ji sedî 94,1 e û dikarin li kesên ji 18 salî mezintir bixin.
Di vê astê da li bendê ne ku Komisyona YEyê destûra EMAyê tesdîq bike.
AA