Akinciyên cihû li Şerîeya Rojava ya dagirkirî êrîşî Filistîniyan kirin

Akinciyên cihû li Şerîeya Rojava ya dagirkirî êrîşî Filistîniyan kirin

Li bajarên Tubas û Nablusê yên Şerîeya Rojava ku dibinê dagirkeriyê da ye, akinciyên cihû li 3 Filistîniyan xist û gule berda wesayîta Filistîniyekî.

Li gor agahiya ku ji çavkaniyên herêmî hat hildan, grûbek akinciyên cihû li rojhilatê gundê Teyasirê yê li ser Tubasê, li 3 xortên Filistînî dan.

Hat gotin ku ciwanên Filistînî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Tirk a Tubasê.

Gassan Daglasê Berpirsê Dosyeya Yekeyên Akinciyên Cihû ku girêdayî Rêxistina Rozgariyê ya Filistînê (RRF) ye, daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku grûbek akincî li nêzî gundê Dumayê yê ku dikeve başûrê Nablusê gule berda wesayîta Filistîniyê bi navê Ûsiv Feyad Dewabşe.

Daglas daxuyand, di êrîşê da camên wesayîtê şikestin, lê tiştek bi kesî nehat.

Li gor daneyên Ofîsa Kordînasyonê ya Karên Însanî ya Neteweyên Yekbûyî (OCHA) ji serê salê heta 21ê gulanê dijî mal û milkên Filistîniyan 66 êrîşên ku tê da birîndarkirin çêbû, hatin kirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE